Sibat 08, 2023 18:50 Asia/Tehran
  •  Kupa Fûtbolê ya Klûbên Cîhanê didome

Di qonaxa berî fînalê ya Dewra Nozdehan a Kupa Fûtbolê ya Klûbên Cîhanê-2923an da, tîma wek wekîla Asyayê ji bo cara sisêyan derbasî fînalê bû.

Pêşbirka yekê ya qonaxa berî fînalê ya Kupa Fûtbolê ya Klûbên Cîhanê şeva buhurî di navbera tîma “Al Hilal” a Erebistanê û “Filamingo” ya Brezîlê da li Werzişgeha Tencîr a Merakişê hat lidarxistin ku tîma Al Hilal ji Asyayê karî bi encama 3-2 ji tîma brezîlî bibe.

Di vê pêşbirkê da Salim Al Dosarî 2 gol û Vîto jî golek ji bo tîma Al Hilal a Erebistanê tomar kirin.

Pedro jî gola tîma Filamingo ya Brezîlê tomar kir.

Îşev jî yê tîmên Real Madrîd a Spanyayê û Al Ahli ya Misrê derkevin pêşberî hev.

Pêşbirkên fînal û rêzebendîyê yên Kupa Fûtbolê ya Klûbên Cîhanê ya sala 2023an jî yê roja Şemîyê bên lidarxistin.

 

Serepeyv