Sibat 01, 2023 19:55 Asia/Tehran
  • Cîgirtina tenîsbazên îranî di qonaxa duyem a Tûra Cîhanî ya Kîşê da

Tenîsbazên îranî karîn derbasî qonaxa duyem a Tûra Cîhanî ya Tenîsê ya Kîşê bibin.

Qonaxa yekê ya xişteya sereke ya Pêşbirkên Tûra Cîhanî ya Tenîsbazên Bin 18 Salî ya Kîşê îro hat domandin ku di encamê da tenîsbazên serkevtî derbasî qonaxa duyem bûn.

Di qonaxa yekê ya xişteya sereke da 16 pêşbirk hatin lidarxistin û di dawîyê da Emîr- Elî Qewam, Kîyareş Henîfî û Sam Pazokî ji Îranê û tenîsbazên ji Uzbekistan, Tirkîye û Rûsyê derbasî qonaxa din bûn.

Di beşa keçikan da jî Yasemen Yezdanî, Mêhrane Zuhûrîyan, Hana Şe’banpûr, Anîta Mohrêkêş, Mêhrsa Mihemed-Rehîmî, Zehra Melikpû-Efşar, Nîlî Etfî û Dorsa Çiragî ji Îranê digel çend tenîsbazên ji Tirkîye û Rûsyê derbasî qonaxa din bûn.

Hefteyaduyem a van pêşbirkana ji 28ê Çilleyê va bi pişkdarîya tenîsbazên ji Îran, Uzbekistan, Tirkîye, Hungarîya, Polonya, Rûsye û Hindê dest pê bûye û yê di 4ê Sibatê da bi dawî were.

 

Serepeyv