Çile 14, 2023 18:43 Asia/Tehran
  • “Xeyala hespekî” wê li Mêhrigana Big Sky’yê ya Amerîkayê were nîşandayîn

Belgefîlma “Xeyala hespekî” ji Îranê yê di dewra bîstan a Mêhrigana “Big Sky” ya Amerîkayê da were nîşandayîn.

Belgefîlma îranî ya “Xeyala hespekî” (The Dream Of A Horse) ku ‘Mercan Xosrewî’ kargêra îranî amade kirîye, di beşa rikeberîyê ya dewra bîstan a Mêhrigana “Big Sky” ya Amerîkayê da hat wergirtin.

Belgefîlma “Xeyala hespekî” çîroka keçikeke 15 salî ya koçer ku dûrî atmosfera modern a bajaran xeyalên mezin di serê xwe da digerîne vedibêje.

Mêhrigana Big Sky’yê yek ji mêhriganên herî girîng ên cîhanê di warê belgefîlman da ye ku Akademîya Oscar’ê jî ewê piştrast dike; bi vî awayî ku baştirîn fîlma vê mêhriganê dikare di beşa rikeberîyê ya Oscara sala bê da pişikdar bibe.

Dewra bîstan a Mêhrigana Big Sky’yê yê ji 17 heta 26ê Sibata 2023an li şarê Mîzolay ser bi eyaleta Montana ya Amerîkayê were lidarxistin.

 

Serepeyv