Kanûn 19, 2022 08:32 Asia/Tehran
  • Pêşbirkên Karateya qaremaniya Asyayê; 6 mîdalên bronz ji bo Îranê

Roja sêyem a Pêşbirkên Karateya qaremaniya Asyayê bi mazûvaniya Uzbekistanê bi lidarxistina pêşbirkên çiqên Kata û Komîteya mezinan bi dawî hat û tîma Îranê 6 mîdalên bronz wergirtin.

Ev pêşbirk di hemî rêzên temen da bi mazûvaniya Taşkendê tên lidarxistin.

Di pêşbirkên roja Yekşemiyê da, Sara Behmenyar, Fatime Se'adetî, Mobîna Heyderî û Leyla Borc-Elî di çiqa Komîteya jinan da û Elî Miskînî û Salih Ebazerî di Komîteya mêran da karîn mîdala bronz werbigirin.

Pêşbirkên fînala Komîteya takekesî dê roja Sêşemiyê bên lidarxistin.

Bi vî awayî, heta roja sêyem karatevanên Îranê 6 mîdalên zêr, 6 zîv, 17 bronz û bi giştî 29 mîdal wergirtine.

 

Serepeyv