Hekemê qeterî dê hekemtiya pêşbirka rêzebeniyê ya Kupa Cîhanî bike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i338170-hekemê_qeterî_dê_hekemtiya_pêşbirka_rêzebeniyê_ya_kupa_cîhanî_bike
Federasiyona Navneteweyî ya Fûtbolê (FIFA) ragihand: Ebdulrehman Casim dê hekemtiya pêşbirka rêzebendiyê ya Kupa Cîhanî ya 2022an a Qeterê di navbera Krowasî û Merakişê (Fas) da bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 16, 2022 10:27 Asia/Tehran
  •  Hekemê qeterî dê hekemtiya pêşbirka rêzebeniyê ya Kupa Cîhanî bike

Federasiyona Navneteweyî ya Fûtbolê (FIFA) ragihand: Ebdulrehman Casim dê hekemtiya pêşbirka rêzebendiyê ya Kupa Cîhanî ya 2022an a Qeterê di navbera Krowasî û Merakişê (Fas) da bike.

Li gorî rapora IRNAyê, Pêşbirka rêzebendiyê ya Kupa Cîhanî ya 2022an dê roja Şemiyê saet di 18:30 da li werzîşgeha "Xelîfe"yê di navbera tîmên Merakiş û Krowasiyê da bê lidarxistin.

Fînala Kupa Cîhanî ya 2022an jî dê roja Yekşemiyê saet di 18:30 da navbera Arjantîn û Fransayê bê lîstin. Biryar e Şîmon Marsîniyakê (Szymon Marciniak) polonyayî hekemtiya vê pêşbirkê bike.