Rêûrismên salvegera mirina "Mewlana" dê li Qonyeyê werin lidarxistin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i338105-rêûrismên_salvegera_mirina_mewlana_dê_li_qonyeyê_werin_lidarxistin
Salvegera heftsed û çil û nehem a mirina Mewlana dê li Qonyeyê were lidarxistin.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Kanûn 12, 2022 10:20 Asia/Tehran
  • Rêûrismên salvegera mirina

Salvegera heftsed û çil û nehem a mirina Mewlana dê li Qonyeyê were lidarxistin.

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Ji destpêka dehrojiya rêzgirtina li Mewlana va gerr û serdanên bo bajarê Qonyeyê zêde bûne. Ev rêûrism ji 7ê Kanûnê va dest pê bûye û dê heta 17ê vê mehê bê domandin.

Bi vê boneyê bernameyên cûr bi cûr li navenda çandî ya Mewlana li bajarê Qonyeya Tirkiyê tên lidarxistin.

Celaledîn Muhemedê Belxî nasyar bi "Mewlewî", "Mewlana" û "Rûmî" di Cotmeha 1207an da li bajarê Belxê ku wê serdemê di kewşena Îranê da bû, ji dayîk bû û di Kanûna 1273an da li Qonyeyê emrê Xwedê kir.

Gişt helbestên Mewlewî bi zimanê farisî hatine gotin. "Fîhê Ma Fîhê" û "Mewsnewiya Mewlewî" ji berhemên herî nasyar ên Celaledîn Muhemedê Belxî ne.