Tîma Para-Tekvandoya Îranê li Riyazê xebateke serkeftî pêk anî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i338058-tîma_para_tekvandoya_Îranê_li_riyazê_xebateke_serkeftî_pêk_anî
Tîma Para-Tekvandoya Îranê di pêşbirkên Grend Piriyê (Grand Prix) li Riyaza Erebistanê da xebateke serkeftî hebû û çar mîdalên zêr û bronzek wergirt.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 09, 2022 09:39 Asia/Tehran
  •  Tîma Para-Tekvandoya Îranê li Riyazê xebateke serkeftî pêk anî

Tîma Para-Tekvandoya Îranê di pêşbirkên Grend Piriyê (Grand Prix) li Riyaza Erebistanê da xebateke serkeftî hebû û çar mîdalên zêr û bronzek wergirt.

Li gorî rapora IRNAyê, Seîd Rezayiyan, Elîreza Bext, Hamid Heqşinas û Meryem Ebdullahpûr ji Îranê di pêşbirkên Grand Prix'a Riyazê da karîn mîdala zêrê wergirtin û Roza Îbrahîmiyê mîdala bronz wergirt.

Qonaxa dawiyê ya pêşbirkên Para-Grand Prix'ê di sala 2022an da bi beşdariya 77 tekvandovanan pêkhatî ji 40 mêrî û 37 jinan ji 26 welatên cîhanê li mazûvaniya Erebistanê li salûna Green Hall'a bajarê Riyazê tên lidarxistin.