Mijdar 27, 2022 14:49 Asia/Tehran
  • Hendbolîstên jin ên Îranê derbasî pêşbirkên cîhanî bûn

Tîma Hendbola Jinan a Îranê pişk û para pêşbirkên qaremaniya cîhanî wergirt.

Tîna Hendbola Sengê-Ahenê ya Bafqê wek nûnera Tîma neteweyî ya Hendbola Jinan a Îranê beşdarî pêşbirkên asyayî bûye û di pêşbirka xwe ya sêyem da karî bi encama 43-15 ji tîma Australyayê bir û tevî sê tîmên din ên sereke di van pêşbirkan da bo cara duyem di dîroka hendbola jinan a Îranê da karî derbasî pêşbirkên cîhanî bibe.

Jinên hendbolîst ên Îranê di pêşbirka xwe ya yekem da bi encama 43-35 ji Hindê û di pêşbirka duyem da jî bi encama 35-32 ji Uzbekistanê biribû.

Jinên hendbolîst ên Îranê di pêşbirka xwe ya qonaxa komî da dê roja Çarşemiyê biçin pêşberî tîma Koreya Başûr.

 

Serepeyv