Mijdar 25, 2022 09:26 Asia/Tehran
  • Kupa Cîhanî ya 2022an; Brezîl 2-0 Sirbistan / Brezîlê bi hêz dest pê kir

Kiraszerên brezîlî di dewama pêşbirkên Kupa Cîhanî ya Fûtbola 2022an li Qeterê bi encama 2-0 ji Sirbistanê bir.

Tîmên neteweyî yên Fûtbola Brezîl û Sirbistanê ku di Koma G'yê ya Kupa Cîhanî ya Qeterê da hevkom in şeva çûyî li werzîşgeha Losîlê çûn pêşberî hevûdu û di dawiyê da tîma Brezîlê bi ser ket.

Her du golên tîma Brezîlê di nîveka duyem da hatin avêtin.

Di Koma G'yê da pêştir tîma Swîsê karîbû bi encama 1-0 ji Kamerûnê bibe.

Bi vî awayî tîma Brezîlê bi sê puenan di serê Koma G'yê da cih girt.

 

Serepeyv