Mijdar 14, 2022 16:27 Asia/Tehran
  •  Sabra Îranê di Kupa cîhanî ya Cezayîrê da bû duyem; Mîdala tîmî piştî 6 salan hat bidestxistin

Tîma neteweyî ya Şûrbaziya Sabrê ya Îranê di Kupa cîhanî ya Cezayîrê da bûm qareman û mîdala zîv wergirt.

Fînala Kupa cîhanî ya Şûrbaziyê di çoqa Sabrê da li El-Cezayîrê di navbera tîmên Îran û Koreya Başûr hat lidarxistin û di dawiyê da sabrîstên Îranê bûn duyem.

Tîma Îranê bi encama 34-45 derda Koreya Başûr, hevrioka xwe ya asyayî ya bihêz û bi mîdala zîv razî bû.

Îranê pêştir ji tîmên Kanada, Hungariya (Mecaristan) û Almanyayê biribû û derbasî fînalê bûbû.

Tîma Îranê beriya vêya di kupa cîhanî ya Sênêgalê ya sala 2016an da derbasî fînala tîmî ya Kupa cîhanî bûbû û karîbû mîdala zêrê wergire. Niha bi derbasbûna 6 salan tîma Îranê karî dîsan bigihêje fînalê, lê vê carê destê wê negihîşte mîdala zêrê û qîma xwe bi mîdala zîv anî.

 

Serepeyv