Cotmeh 02, 2022 17:23 Asia/Tehran
  • Şampiyoniya jinên Alîşkar ên Îranê di lîstikên eşîreyên koçer ên cîhanê de

Tîma neteweyî ya alîşê (guleşta kemberê) ya jinên Îranê li pêşbirkên cîhanî yên eşîreyên koçer li Tirkiyê bi 11 medalên rengîn bi ser ket.

Li gorî rapora roja yekşemiyê ya IRNA`yê, pêşbirkên gulêşta Alîş a klasîk û azad a Cîhanî yên eşîreyên koçer li Bursaya Tirkiyê birêve çû û tîma gûleşta jinên Îranê li beşa alîşa kilasîk 3 medalên zêr, sê zîv û pênc medalên tûnc bi dest xistin û bû qehremana van pêşbirkan.

Tîma neteweyî ya alîşa azad a jinên Îranê li beşa azad jî pileya sêyem bi dest xist.

Li dewama pêşbirkên guleşta alîşa kilasîk û alîşa azad a Pêşbirkên cîhanî yên eşîreyên koçer li bajarê Bursaya Tirkiyê, tîma gulaşta mêran a Îranê jî medaleke zîv û sê medalên tûnc bi dest xistin.

Serepeyv