xwendekarên Îranê di yekem roja pêşbirka guleşta azad a xwendekarên cîhanê de 5 medalên zêr bidest xistin
Yekem roja pêşbirkên guleşta azad a xwendekarên cîhanê li Tirkiyê bi wergirtina 5 medalên zêr ji bo xwendekarên Îranê hat domandin.
Yekem dewra Kûpaya werzişên şerkarî ya Xwendekarên Cîhanê ji 19`ê Îlonê heya 2`ê Cotmehê li bajarê Samsûna Tirkiyê birêve diçe û tîma guleşta azad a zanîngeha Tehranê bi nûneratiya Îranê beşdarî van pêşbirkan bûye.
Li gor ragihandina Federasyona Neteweyî ya Werzişên Zanîngehan, pêşbirkên guleşta azad ên xwendekarên cîhanê li 5 weznên ewil hat lidarxistin û bi şampiyoniya her 5 nûnerên Îranê bi dawî hat.
Reza Muminî di wezna 57 Kg, Ehmed Bazarî di wezna 92 Kg, Irfan ÎlahÎ di wezna 74 Kg, Seyd Mehdî Haşimî di 125 Kg û Mihemed Riza Bagerî di wezna 65 Kg de xwendekarên îranî di 5 weznên yekem de bûn ku di van pêşbirkan de medalên zêr bi dest xistin.