Îlon 19, 2022 18:15 Asia/Tehran
  • Hefteya 7em a Sûperlîga fûtbola Tirkiyê bi dawî bû

Hefteya heftem a Sûperlîga fûtbola Tirkiyê şeva derbasbûyî bi çar pêşbirkan bi adwî bû.

Di pêşbirkên hefteya heftem a Sûperlîga fûtbola Tirkiyê da tîma Fenerbaxçeyê bi encama 5-0 ji Alanya Sporê, Ankara Gûcoyê 2-1 ji Sêwas Spor û Tranzon Sporê jî bi encama 3-2 ji Gazî Entebê bir.

Di pêşbirka din da Stenbol Başak Şehîr û Fatih Kara Gumrik encama 0-0 bi dest xist.

Di rêzebendiya Sûperlîga fûtbola Tirkiyê da, tîmên Aadana Demîr Spor û Galataserayê bi 16 puenan di rêza yekem û duyem da ne. Tîmên Stenbol Başak Şehîr û Beşîktaş jî bi 14 puenan di rêzên sêyem û çarem da ne.

Tîma Fenerbaxçeyê bi 13 puenan di rêza şeşem da û Kayserî Spor ku Mecîd Husênî û Elî Kerîmî lîstikvanên îranî jê ra dilîzin jî bi 12 puenan di rêza heştem da ye.

Serepeyv