Şampiyoniya şetrenckarê îranî yê nebîhîstok li pêşbirkên cîhanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i336516-Şampiyoniya_şetrenckarê_îranî_yê_nebîhîstok_li_pêşbirkên_cîhanê
Şêrenckarê nebîhîstok (ker û lal) yê îranî bû yekem di pêşbirkên şampiyoniya cîhanê de.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 16, 2022 13:11 Asia/Tehran
  • Şampiyoniya şetrenckarê îranî yê nebîhîstok li pêşbirkên cîhanê

Şêrenckarê nebîhîstok (ker û lal) yê îranî bû yekem di pêşbirkên şampiyoniya cîhanê de.

Li gorî rapora roja Îniyê ya IRNA`yê, li yekem roja vê pêşbirkê ku bi beşdariya 22 welatan li Varşovaya Polonyayê hat lidarxistin; Pûriya Cemalî ker û lalê şetrencvanê îranî di 11 dewran de bi hêz û xurt 11 poan bi dest xistin û di pileya yekem a ciwanên cîhanê de cih girt û Armîn Rehmetpûr bi 10 xalan pileya duyem bi dest xist.

Ev pêşbirke di sê beşan de têne şopandin: mêr, jin û ciwan.

Her wiha pêşbirkên standard dê ji sibeha îro Înê li 9 dewran dest pê bikin û hefteyekê berdewam bikin.

Tîma neteweyî ya şetrancê ya ker û lalên Îranê bo cara yekem beşdarî van pêşbirkan bû.