Tîma Volîbala nûciwanan a Îranê derbasî pêşbirkên cîhanî bû
Tebax 21, 2022 08:50 Asia/Tehran
Tîma Volîbala nûciwanan a Îranê di qonaxa çar yeka dawiyê ya pêşbirkên nûciwanên Asyayê ji Taylendê bir û pişk û para cîhanî wergirt.
Tîma Volîbala nûciwanan a Îranê û tîma Taylendê di çaremîn û dawîn pêşbirka qonaxa çar yeka dawiyê ya pêşbirkên qaremaniya kurên kêmtir ji 18 salî yên Asyayê da çûn pêşberî hevûdu û di daawiyê da Tîma Volîbala nûciwanan a Îranê bi encama 3-1 ji hevrika xwe bir.
Tîma Îranê dê îro Yekşemê di nîvfînalê da biçe pêşberî Hindê.
Dora çardehem a pêşbirkên Volîbola qaremaniya kurên bin 18 salî li Tehranê dest pê kiriye û dê heta sibe Duşemê bidome.
4 tîmên sereke yên van pêşbirkan dê pişk û para beşdariya di pêşbirkên cîhanî da bi dest bixin.