Real Madridê Sûper Kupa UEFAyê bi dest xist
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i335822-real_madridê_sûper_kupa_uefayê_bi_dest_xist
Real Madrîdê bi 2-0 E. Frankfurtê têk bir û cara 5emîn Sûper Kupa UEFAyê bi dest xist.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 12, 2022 08:02 Asia/Tehran
  •  Real Madridê Sûper Kupa UEFAyê bi dest xist

Real Madrîdê bi 2-0 E. Frankfurtê têk bir û cara 5emîn Sûper Kupa UEFAyê bi dest xist.

Qaremana Lîga Qaremanan a UEFAyê Real Madrîd û Qaremana Lîga Ewropayê Frankfurtê di pêşbirka Sûper Kupê li Stadiuma Olîmpiyadê ya Helsînkiyê hatin hemberî hev.

Di xuleka 38emîn de bi pasa Casemiro, Alaba gog şande torê û tîma Îspanyayê 1-0 kete pêşiyê.

Nîveka yekema pêşbirkê bi vê encamê bi dawî bû.

Di nîveka duyem de, aliyê bi bandor Madrîd bû û di xuleka 65an de bi pasa Vinicius, Benzema gola duyem avêt û di dema mayî de gol nehatin avêtin, Real Madrîdê Sûper Kup bir mala xwe.

Tîma spanyayî cara 5emîn bû Qaremana Sûper Kupa UEFAyê.