Tîrmeh 06, 2022 14:17 Asia/Tehran
  • Şampiyoniya Asyayê; Sê madalên zêr ji bo guleştkarên îranî yên guleşta cîhanî

Nûnerên Îranê li yekem roja pêşbirkên Şampiyoniya Guleşta cêhanî ya Ciwanên Asyayê li Behrêynê 3 medalên zêr, medalek zîv û medalek tûnc bi dest xistin.

Li gorî rapora IRNA`yê, Pêşbirkên Guleşta cîhanî ya Ciwanan a Şampiyoniya Asyayê ji roja Sêşemiyê va bi 5 weznên ewil li bajarê Menamayê li Behrêynê hat lidarxistin ku di van pêşbirkan de Areş Nigehdar li 55 Kg ,  Îman Mihemedî li 63 Kg , Ferdîn Hidayetî li 130 Kg medalên zêr, Mesûd Kawûsî li 77 Kg medala zîv û Elî Abidî Derzî li 87 Kg medala tûnc bi dest xistin.

Pêşbirkên giraniyên 60, 67, 72, 82 û 97 Kg îro (çarşemê) tên lidarxistin.

Serepeyv