Tîrmeh 06, 2022 13:54 Asia/Tehran
  • Lîga Netewên Voleybolê; Serkeftina mezin a Îranê li hember Polonyaya mêvandar

Tîma neteweyî ya voleybolê ya Îranê di yekemîn lîstika xwe ya heftiya sêyem a Lîga Neteweyan de karî tîma bihêz a Polonyayê têk bibe.

Li gorî rapora IRNA`yê, heftiya sêyem û dawîn a qonaxa destpêkî ya Lîga Netewên Volîbolê ya sala 2022`an roja Sêşemiyê bi mêvandariya bajarê Osakayê li Japonyayê ji bo koma pêncem û mêvandariya bajarê Gdanskê li Polonyayê ji bo koma şeşemîn de dest pê kir.

Di pêşbirka çarem û dawî ya îro de ku li meydana Ergo Arena ya bajarê Gdanskê hat lidarxistin, her du tîmên netewî yên voleybolê yên Îran û Polonyayê rastî hev hatin û tîma Îranê (şagirdên Behroz Etaî) 3-2 li hember hevrikê xwe ya bi hêz bi ser ket û di van pêşbirkan de eva cara pêncan e ku tîma Îranê ser dikeve. Ev serketina li hemberî tîma ku li serê lîsteya Federasyona Cîhanî cih girtiye, bû sedem ku bala karzanên voleybalê ber bi xwebikişîne.

Tîma Voleybolê ya Polonya xwedî 23 madalên rengîn ên ji bûyerên girîng ên voleybolê li cîhanê ye, di nav wan de madala zêr û sernavê şampiyona Lîstikên Olîmpîka Montrealê ya 1976  e.

Ev tîma her weha sê sernavên Şampiyoniya Cîhanê (1974, 2014 û 2018) û sernavê qehremaniya Lîga Cîhanê (2012) heye. Polonya di Lîga Neteweyan a 2021an de jî bû duyemîn.

Serepeyv