Hezîran 16, 2022 08:57 Asia/Tehran
  •   Lincoln Henrique yê Brezîlyayî dê bo 4 salan li Fenerbaxçeyê bilîze

Klûba Fenerbaxçeya Tirkiyê bi fitbolîstê Brezîlyayî yê 23 salî Lincoln Henrique ra ji bo 4 salan peyman îmze kir.

Li gor daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya kulûbê hat weşandin, Lincoln Henrique wê di sezonên 2022-23, 2023-24, 2024-25 û 2025-26ê da formeya Fenerbaxçeyê li xwe bike.

Merasima îmzeyê ya Henrique li Stadyuma Ulkerê Kompleksa Sporê ya Fenerbaxçe Şukru Saraçoglu bi endamê lijneya rêvebiriyê Selahattîn Bakî ra hat kirin.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Em ji Lincoln Henrique ra dibêjin ku 'Tu bi xêr hatî malbata me', em hêvî dikin ku bi Fenerbaxçeyê ra gelek serkeftin û qaremaniyan bibînî."

Serepeyv