Hezîran 09, 2022 10:38 Asia/Tehran
  • Hejmara nû ya Kovara Şermolayê bala xwe daye ser

Kovara sê mehane ya bi kurdî û erebî Şermolayê ku li Kurdistana Sûriyê derdikeve hejmara xwe ya nû, hejmara 14’an derxist. Kovarê di vê hejmarê de dosyeya "Êzîdî û Êzîdiyatî" amade kiriye.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Kovara çandî wêjeyî û hunerî ya Şermolayê hejmara xwe ya bihara 2022an derxist. Kovarê di vê hejmarê de li ser "Êzîdî û Êzîdiyatî" dosye amade kiriye û agahiyên di vê mijarê de pêşkêş kirine.

Di vê hejmarê de jî ji bilî dosyeyê mijarên wekî analîzên hizrî, lêkolîn, hevpeyivîn, nirxandina pirtûkan, werger, jin û çand, huner, çîrok, helbest, gotar û raporên wêjeyî cih girtine.

Edîtorî bi ser navê “Êzîdî û Êzîdiyatî.. oleke yekxwedayî û pêkhateyeke resen e” nivîs belav kiriye û wekî din Menan bi nivîsa “Êzîdiyatî”, Beşîrê Mele Newaf bi “Ol û Wêje”, Fawaz Ayo bi “Êzîdiyên Sûriyeyê û Guhertinên Siyasî” di dosyeyê de cih girtiye. Li aliyê din, bi sernavê “Qewlê Çarşemê” jî nivîseke din di dosyeyê de hatiye weşandin ku Şemo Qasim Dinanî ew kom kiriye.

Her wiha, Şerîf Mihemed li ser “Sê Gundên Êzîdiyan li Cizîrê (Otelce, Ala Reş, Şekeriyê) nivîsa xwe pêşkêş kiriye. Di hevpeyvînên vê hejmarê de Aram Hesen ligel nivîskar Silêman Cafer axiviye.

Di vê hejmarê de nivîsên Abdullah Ocelan, Diyar Bohtî, Berzo Mehmûd, Şînda Ekrem, Hêvîdar Xalid, Roza Metîna hatine weşandin.

Salihê Heydo, Merwan Berekat, Abbas Abbas, Vejîna Kurd û Mufîde Koto bi çîrokên xwe, Ednan Dogan, Karîna Osêyan, Ednan Îbrahîm, Rûken Hisên, Ofê Reşîd û Aras Qasim jî bi helbestên xwe ked dane kovarê.

 

Serepeyv