Kapa Guleştê ya Torlîxanov; 2 guleşkirên îranî derbasî fînalê bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i334383-kapa_guleştê_ya_torlîxanov_2_guleşkirên_îranî_derbasî_fînalê_bûn
Guleşkirên îranî yên kêşên 86 û 92yê di pêşbirkên Kapa Torlîxanov a Qazaqistanê da derbasî fînalê bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 05, 2022 10:51 Asia/Tehran
  • Kapa Guleştê ya Torlîxanov; 2 guleşkirên îranî derbasî fînalê bûn

Guleşkirên îranî yên kêşên 86 û 92yê di pêşbirkên Kapa Torlîxanov a Qazaqistanê da derbasî fînalê bûn.

Pêşbirkên Navnetewî yên Guleşta Azad ên Kapa Torlîxanov ji serê sibeya duh va li Almatîya Qazaqistanê destpê bûne.

Di roja dawîyê ya pêşbirkên Guleşta Azad ên Kapa Torlîxanov li Almatîya Qazaqistanê da, Hesen Yezdanî xwedîyê mîdalên zêr ên cîhan û olempîkê û Kamran Qasimpûr xwedîyê mîdala zêr a cîhanê derbasî fînalê bûn.

Yezdanî berî fînalê 12- 1 li Dewlet Beykov ê qazaqistanî bir û jibo bidestxistina mîdala zêr jî yê îro êvarê derveke pêşberî Borîs Makoyêv ji Islovakîyê.

Kamiran Qasimpûr jî destpêkê 10- 0 li guleşkirê hindî bir û paşê jî 10- 0 li Islambey Ilyasov ê ji Qazaqistanê bir û piştî ku 11- 0 li Beygênjîyêv bir derbasî fînalê bû.