Istiqlala Tehranê bêyî heta derdanekê, bû qaremana Lîga Sereke ya Îranê
May 31, 2022 09:46 Asia/Tehran
Tîma fûtbala Istiqlala Îranê di hefteya dawiyê ya dora 21ê ya Lîga Sereke ya Fûtbala Îranê da çû pêşberî tîma Mescid Suleymanê û encama 0-0 wergirt.
Bi vê encamê tîma Istiqlalê bêyî tu derdanekê cejna qaremaniyê li dar xist.
Bi pêşbirka şeva derbasbûyî, hejmara puenên Istiqlalê bûn 68 û rekoreke dîrokî bi vî awayî hat tomarkirin. Şagirtên rahêner Ferhad Mecîdî û kaptan Wirya Xefûrî bi vê encamê bo cara dehem ev qaremanî bi dest xist.