May 21, 2022 08:14 Asia/Tehran
  • Wolîbala klûbên Asyayê; Peykana Îranê bû qareman

Tîma Peykanê di diwazdehemîn beşdariya xwe li pêşbirkên wolîbalê yên klûbên Asyayê bû qareman.

Pêşbirka dawiyê ya Wolîbala qaremaniya Asyayê-2022 êvara Înê li salûna Azadiya Tehranê hat lidarxistin û tîma Peykanê bo cara heştem, kupa van pêşbirkên girîng bi dest xist û pişk û para pêşbirkên cîhanî wergirt.

Tîmên Peykana Tehranê û Santoriya Japonê di pêşbirka dawiyê da çûn pêşberî hev û şagirdên Peyman Ekberî bi bi encama 3-2 ji Santoriyê bir.

 

Dora 22an a pêşbirkên wolîbala klûbên mêran ên Asyayê-2022 ji 14 heta 20ê Gulanê bi beşdariya heşt tîman li salûna Federasiyona Wolîbala Îranê hat lidarxistin.

 

Serepeyv