May 20, 2022 18:40 Asia/Tehran
  • Bronza wolîbala klûbên Asyayê bû para Şehdaba Yezdê

Tîma Wolîbala Şehdaba Yezdê bi serkeftina li hemberî nûnerê Qezaqistanê, di cîgeha sêyem a Asyayê da cih girt.

Li gorî rapora ISNAyê, Tîma Wolîbala Şehdaba Yezdê di pêşbirka rêzebendiyê ya klûbên Asyayê li hemberî Taraza Qezaqistanê çû meydanê û bi encama 3-0 bi ser ket.

Bi vî rengî, qaremana Lîga sereke ya Îranê di yekemîn tecrubeya xwe ya Kupa klûbên Asyayê da bû sêyem.

Tîma Wolîbala Şehdaba Yezdê roja derbasbûyî li hemberî Santoriya Japonê derda û nekarî derbasî fînalê bibe.

Dora 22an a pêşbirkên wolîbala qaremaniya klûbên Asyayê-2022 ya mêran ji 14 heta 20ê Gulanê bi beşdariya 8 tîman û bi mazûvaniya Îranê tê lidarxistin.

 

Serepeyv