May 18, 2022 08:52 Asia/Tehran
  •  Liverpoolê têkoşîna qaremaniya Premier League'ê gihande hefteya dawiyê

Kincsorên Liverpoolê bi encama 2-1 ji Southamptonêbir û bi navbira 1 puenê ji Manchester Citya serê rêzebendiyê, hema wisa wek dawakerê qaremaniyê man.

Tîma Liverpoolê bi têkdana Southamptonê bi encama 2-1 di hefteya 37an a Lîga Sereke (Premier League), şansê xwe yê qaremaniyê gihande hefteya dawiyê.

Takumi Minamino û Joel Matip bi rêzê di deqîqeyên 27 û 67an da golên kincsoran avêtin û Nathan Redmond jî di deqîqeya 13an da takegola Southamptonê li werzîşgeha St. Maryê avêt.

 

Bi vê encamê, Liverpoolê piştî hefteya 37an, bi pueneke kêmtir ji Manchester Cityê ku 90 puenên wê hene, hema wisa dawakerê qaremaniya Premier League'ê ye.

Roja Yekşemiyê kincsorên Livepoolê dê biçin pêşberî Wolverhamptonê û Manchester City jî dê mazûvaniya Aston Villayê bike û bi vî awayî qaremana Premier League'ê di hefteya dawiyê da wê diyar bibe.

 

Serepeyv