Nîsan 20, 2022 21:56 Asia/Tehran
  •  Xelatên 41emîn Festîvala Navdewletî a Fîlmên Stenbolê hat belavkirin

41emîn Festîvala Navdewletî a Fîlmên Stenbolê ku di 12ê Nîsanê de destpêkiribû di 19ê mehê de bi merasîma xelatdayînê bidawî bû.

Di festîvalê di beşa Pêşbaziya Netewî de xelata Fîlma Herî baş bo fîlma Klondike, Xelata Derhênerê Herî Baş jî ji bo derhêner Tayfun Pirselimoglu hat dayîn. Her wiha derhênerê bi nav û deng Gaspar Noe jî di şevê de bû xwediyê du xelatan.

Di festîvalê de di nav de 5 fîlmên Kurdî hatin nişandan, lê bo tu filomek Kurdî xelat nehat dayîn.

Derhênerê xelatgirtî Tayfun Pirselimoglu, çêkerê fîlma Ezmûn a Şewket Emîn Korkî Roj û rexnegirê sînemayê Kerem Akça Festîvala Fîlmên Stenbolê û nîşandana fîlmên Kurdî nirxandin.

Serepeyv