Adar 29, 2022 12:13 Asia/Tehran
  •  Li Qamişloyê: Şanoya

Çalakiya ku Tevgera Mezopotaiya ya Çand û Hunera Demokratîk û Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê li bakurê Sûriyê bi boneya Roja Şano ya Cîhanê li dar xistiye, di roja duyemîn de bi pêşandana şanoya "Çîroka sê birayan" bi dawî bû.

Bi boneya Roja Şano ya Cîhanê, Tevgera Mezopotaiya ya Çand û Hunera Demokratîk û Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê ji bo du rojan pêşandana şanoyan li ser dika navenda Mihemed Şêxê ya çandî û hunerê ya bajarê Qamişlo bi rêxistin kir.

Di roja duyemîn a dawî de şanoya "Çîroka sê birayan" hate pêşandan. Nivîskarê şanoyê Ehmed Îsmaîl e û derhêner Ebdulcabir Hebîb e.

Şano balê dikişîne ser girîngiya hebûna bawerî, exlaq û dûrketina ji derewan, her wiha bandora derewan li civakê, bi taybet li zarokan.
 

Serepeyv