Adar 29, 2022 10:28 Asia/Tehran
  • Îraniyek bû berpirsyarê komîteya teknîkî ya şûrbaziya pêşbirkên Yûnîversiyadê

Berpirsyariya komîteya teknîkî ya şûrbaziya Yûnîversiyadê (Universiadê) bo îraniyekî hat radestkirin.

Federasiyona navneteweyî ya şûrbaziyê Ebas Faryabî wek Serokê Komîteya teknîkî ya pêşbirkên şûrbaziya Yûnîversiyadê tayîn kir.

Çîn dê ji 26ê Hezîranê heta 7ê Tîrmeha 2022an mazûvana Yûnîversiyadê be.

Çar nûnerên Îranê di beşa pêşbirkên saber'ê ya xwendekariya cîhanê hene.

Hêjayî gotinê ye, Universiade rûdaneke navneteweyî ya pêkhatî ji çendîn werzîşan ku ji aliyê Federasiyona Navneteweyî ya Werzîşên Zanîngehan va û ji bo werzîşkarên zanîngehan tê lidarxistin.

Ev nav pêkhateyek ji du peyvên inglîzî yanî "University" û "olympiad" e.

 

Serepeyv