Adar 28, 2022 18:30 Asia/Tehran
  • Belgefîlma

Belgefîlma "Meşqa Îşev" ji sînemaya Îranê dê li Festîvala Fîlman a Stenbola Tirkiyê were nîşandan.

Belgefîlma "Meşqa Îşev" bi derhêneriya hevpar a Eşkan Necatî û Mêhran Nêmetullahî di dewama beşdariyên xwe yên navneteweyî dê li Festîvala Fîlman a Stenbolê were nîşandan.

"Meşqa Îşev" di beşa "Dema Dakûmentarî" ya dora 41ê ya Festîvala Fîlman a Stenbolê were nîşandan.

Festîvala Fîlman a Stenbolê yekemîn û kevintirîn festîvala fîlman a Tirkiyê ye u ji 8 heta 19ê Nîsana 2022an dê were lidarxistin.

Festîvala Fîlman a Stenbolê armanca xxwe ya sereke wek teşwîqkirina sînemaya Tirkiyê ji bo pêşketinê û belavkirina fîlmên binirx li bazara sînemaya vî welatî daye diyarkirin.

Belgefîlma "Meşqa Îşev" berûlayên pergala perwerdehiyê ku ji hêla civakê va nayên dîtin, nîşan dide.

 

Serepeyv