Japonya derbasî Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê dibe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i332781-japonya_derbasî_kûpaya_cîhanê_ya_fifayê_dibe
ِDerbasbûna tîma netewî ya futbola Japonê bo Kûpaya Cîhanî ya Qeterê piştî serkeftina li hember tîma Awustralya hate piştrastkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 25, 2022 07:11 Asia/Tehran
  • Japonya derbasî Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê dibe

ِDerbasbûna tîma netewî ya futbola Japonê bo Kûpaya Cîhanî ya Qeterê piştî serkeftina li hember tîma Awustralya hate piştrastkirin.

Di çarçoveya hefteya nehemîn a pêşbirkên pêşekî yên Kûpaya Cîhanî ya 2022an a Qeterê de, duh pêncşemê tîma futbolê ya Japonê çû Australya û bi encama 2:0 bi ser ket.

Bi vê encamê Japonê 21 pûan bi dest xist û bi lîstikeke zêdetir ji Erebistana Siûdî bû serokê koma duyem a pêşbirkên Kûpaya Cîhanî ya Asyayê.

Awustralya bi 15 pûanan di rêza sêyem de ma ku Erebistana Siûdî û Japonya di Kûpaya Cîhanî ya Qeterê de bi rê ve bibin.