Duyemîn têkçûna salê li karnama Messi û hevriyên wî hat tomarkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i332087-duyemîn_têkçûna_salê_li_karnama_messi_û_hevriyên_wî_hat_tomarkirin
Tîma fûtbola Paris Saint-Germain (Parî Sen-Jêrmen), li pêşbirka xwe ya derveyî malê li hember Nantê tîk çû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 20, 2022 14:30 Asia/Tehran
  • Duyemîn têkçûna salê li karnama Messi û hevriyên wî hat tomarkirin

Tîma fûtbola Paris Saint-Germain (Parî Sen-Jêrmen), li pêşbirka xwe ya derveyî malê li hember Nantê tîk çû.

 Li yek ji pêşbirkên herî giring ên heftiya 25 an a Le Champione ya Fransayê, tîma fûtbola Paris Saint-Germain ji saet 23:30 şemiyê li werzişgeha Luis Fontaine Avo bû mêvan Nantes ku bi encama 3-1 têk çû. 

 Yek ji xalên taybet ên vê pêşbirkê eva bû ku tîma mazûvan ji babet amarî va tiştek ji hevrikê xwe kêm tinebû û cih û şûn û asta bidestxistin topê wekhev bûn. 

Tîma Messî bi vê şikestê bi 59 pûanan û ferqa 13 puanan beramberî tîma duyem di serê tabloyê de ma. Nantesê jî bi van 3 pûanan 38 pûan bi dest xist û di tabloyê de derket rêza pêncemîn.