Jina îranî dê hekemtiya Pêşbirkên Rowîngê yên Polonyayê-2022 bike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i331789-jina_îranî_dê_hekemtiya_pêşbirkên_rowîngê_yên_polonyayê_2022_bike
Esma Nîkver hekema navneteweyî ya qayîqvaniyê ya Îranê dê di Pêşbirkên Rowîngê yên Polonyayê-2022 da gekemtiyê bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 31, 2022 08:43 Asia/Tehran
  • Jina îranî dê hekemtiya Pêşbirkên Rowîngê yên Polonyayê-2022 bike

Esma Nîkver hekema navneteweyî ya qayîqvaniyê ya Îranê dê di Pêşbirkên Rowîngê yên Polonyayê-2022 da gekemtiyê bike.

Li gorî rapora roja Duşemiyê ya IRNAyê, Federasiyona cîhanî ya qayîqvaniyê navên hekemên Pêşbirkên Rowîngê yên Polonyayê-2022 ragihand û navê Esma Nîkverê wek tenha hekema îranî di vê lîsteyê da tê dîtin.

Nîkverê beriya niha di pêşbirkên cûr bi cûr ên asta cîhanî û asyayî da hekemtî kiriye.

Pêşbirkên Rowîngê yên Polonyayê-2022 dê ji 27 heta 29ê meha Xordana 1401ê (17 heta 19ê Hezîrana 2022an) bên lidarxistin.