Çile 26, 2022 18:21 Asia/Tehran
  • Tîma neteweyî ya Fûtbala Îranê di bereberê hilkişiyana bo Kupa cîhanî ya Qeterê da ye

Tîma neteweyî ya Fûtbala Îranê di dewama qonaxa dawiyê ya pêşbirkên bijartina Kupa Cîhanî ya Fûtbalê ya 2022an a Qeterê, eger li hemberî tîma Iraqê bi ser keve, dê hilkişe Kupa Cîhanî.

Tîma neteweyî ya Fûtbala Îranê di bereberê hilkişiyana bo Kupa cîhanî da ye û sibe Pêncşemî, eger ji Iraqê bibe dê hilkişe Kupa cîhanî ku di dîrokên hilkişiyanên tîm aÎranê bo kUpa cîhanî, ev hilkişiyana herî bilez dê were hesab.

Heta eger du tîm beranber bin jî, li gorî encamên pêşbirkên din ên komê, îmkana hilkişiyana Tîma neteweyî ya Fûtbala Îranê heye.

Tîma neteweyî ya Fûtbala Îranê heta niha beşdarî pênc dorên Kupa cîhanî bûye ku pêkhatî ji 1978an a Arjantînê, 1998an a Rfansayê, 2006an a Almanyayê, 2014an a Brezîlê û 2018an a Rûsiyê ye.

Tîma neteweyî ya Fûtbala Îranê sibe Pêncşemî, ji saet 18an va û bi hekemtiya Kristofer James Bath ji Australyayê dê mazûvana Tîma Iraqê be.

 

 

Serepeyv