Çile 23, 2022 14:57 Asia/Tehran
  • Tenîsvana îranî li Grand Slam'a Australyayê bala hezkiriyên tenîsê kişand

Xebata baş a keça tenîsvan a îranî di rêzebendiya xortên cîhanê û beşdariya di Grand Slam'a Australyayê deng veda.

Li gorî rapora ISNAyê, Muşkatul Zehra Sefî keça tenîsvan a îranî yekemîn serketina xwe di pêşbirkên Grand Slam'a Australyayê da bi dest xist.

Lijneya Tenîsa Jinan a Cîhanê di tora xwe ya civakî da wêneyek ji Muşkatul Zehra Sefî weşand û nivîsî: Muşkatul Zehra Sefî nas bikin. Yekem tenîsvana îranî ku ketiye rêza 100 tenîsvanên sereke yên xortên cîhanê û di pêşbirkên Australyayê da ketiye rikeberiyê.

Sefî aniha di rêza 74an a rêzebendiya xortên cîhanê da ye.

 

 

Serepeyv