Çîn ji fînala Lîga Voleybolê ya Jinan a 2022an dest kişand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i331354-Çîn_ji_fînala_lîga_voleybolê_ya_jinan_a_2022an_dest_kişand
Çînê mazûvaniya fînalê ya Lîga Neteweyên 2022an a Jinan dev berda.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 12, 2022 19:27 Asia/Tehran
  • Çîn ji fînala Lîga Voleybolê ya Jinan a 2022an dest kişand

Çînê mazûvaniya fînalê ya Lîga Neteweyên 2022an a Jinan dev berda.

Li gorî rapora ISNA`yê, tevî redkirina mazûvaniya Fînalê ya Lîga Neteweyên 2022`an a Jinan ji aliyê Çînê, Îtalya dikare berpirsyariya lidarxistina van pêşbirkan bigre ser xwe ji ber ku ev welat dê di sala 2022`an de fînala mêran jî saz bike.

Sedema betalkirina mazûvaniya Çînê ya van pêşbirkan hêj nehatiye diyarkirin. Lê ji nû ve destpêkirina belavbûna coronavirus û qedexeyên nû yên li Çînê, dixuye ku sedema betalkirina vê yekê bibe.

Heta niha nûçeya vekişîna Çînê ji aliyê Federasyona Cîhanî ve bi awayekî fermî nehatiye ragihandin.