Kanûn 29, 2021 11:25 Asia/Tehran
  • Sûpêrlîga Futbola Ingilîsê; Lîvêrpûlê sala 2021ê bi işkesta himberî Lêstêrsîtîyê bi dawî anî

Tîma Lîvêrpûlê di dawîn pêşbirka xwe ya sala 2021ê da ku mêvan bû, derda tîma Lêstêrsîtîyê.

Di dewama pêşbirkên şeva yekem a hefteya bîstem a pêşbirkên Sûpêrlîga Futbola Ingilîsê da, şeva buhurî tîma Lîvêrpûlê li werzişgeha Kîng Powerê mêvana tîma Lêstêrsîtîyê bû û bi encama 1-0 derda tîma mazûvan.

Lêstêrsîtîyê di vê pêşbirkê da tola işkesta pêşbirka ku tê da Lîvêrpûl hefteya buhurî mazûvan bû, hilanî, pêşbirka ku di qonaxa bijartina 4 tîmên serketî yên Kapa Yekitîyê da hat lidarxistinê û encama wê beranber 3 bû ku Lîvêrpûlê karî bi pênaltîyan 4-5 li Lêstêrsîtîyê bibe.

Berî vê pêşbirkê jî 3 pêşbirk hatin lidarxistin ku di ya herîgirîng da, Tatinham mêvana Savthemptonê bû ku bi encama beranber a 0 bi dawî hat. Wêsthamê jî 4-1 li Watfordê bir û Kirîstal Palasê jî 3-0 li tîma Norwîçê bir.

 

Serepeyv