Çîn bertek nîşanî boykotkirina Olîmpiyadên Zivistanê ya ji aliyê Amerîkayê da
Li hember boykotkirina Olîmpîka Zivistanê ya Pekînê ya sala 2022an, Çînê Amerîka wek pêşengê “jenosîdê” bi nav kir.
Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, Zhao Lijian, berdevkê wezareta karên derve ya Çînê, mueyîdeyên dîplomatîk ên ku ji aliyê Amerîkiyan ve li ser Olîmpiyadên Zivistanê yên Pekînê 2022 hatine sepandin, rexne kir û got: Tawana jenosîd û qirkirina Çermsoran ji her welatekî din layiqê Amerîkayê ye.
Lijian anî ziman ku qirkirina Sîn Kiyangê derewa herî mezin a Amerîkayê ya sedsalê ye; Lê rastî eva demeke dirêj e ku derketiye holê.
Amerîkayê bi hinceta binpêkirina mafên mirovan, Olîmpiyadên Zivistanê yên Pekînê yên sala 2022an di warê dîplomatîk de boykot kir.
Hin welatên wekî Kanada, Awustralya, Zelanda Nû û Brîtanyayê, biryara Waşîngtonê şopandin û Olîmpiyadên Zivistanê yên Pekînê yên sala 2022an di warê dîplomatîk de boykot kiri. Lê Sêûl, hevalbenda Waşîngtonê li navçê, ne tenê biryara Amerîkiyan bi cih neanî, belkî beşdariya wê pêşbirka werzişî ji bo alîkarîkirina aştiya di navbera her du Koreyan de bi feyde da zanîn.