Mijdar 29, 2021 13:31 Asia/Tehran
  • Don Kîxot vê carê li Rihayê bi kurdî axivî

Lîstika şanoyê ya Şanoya Bajêr a Amedê "Don Kîxot" bi organîzeya Komîsyona Zimanê Zikmakî ya Baroya Rihayê li Rihayê hate lîstin. Temaşevanan eleqeyeke baş nîşanî lîstikê da.


Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Şanoya Bajêr a Amedê berhema "Miguel de Cervantes" a bi navê "Don Kîxot" bi wergera "Dilawer Zeraq" û derhêneriya "Ferhad Feqe" derxistibûn ser dikê. Lîstika ku Ozcan Ateş, Şahabettin Dag, Berfîn Emektar, Dicle Guneş Yavuz, Ozkan Şeker û Şîlan Alagoz têde dilîzin de vê carê li Rihayê hat lîstin. Lîstik li Salona Konferansê ya Tahir Elçî a Baroya Rihayê derket pêşberî temaşevanan. Mebûsa HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu û gelek parêzer di nav temaşevanan de bûn. Temaşevanan eleqeyeke mezin nîşanî lîstikê da.

 

Piştî bidawîbûna lîstikê lîstikvan Ozcan Ateş sipasiya temaşevanan kir. Ji ber îro roja kuştina Serokê Baroya amedê yê berê Tahir Elçî bû, Ateş ew bi bîr anî û got ku heta edalet li ser vê axê bibe serdest dê têkoşîna wan bidome.

Serepeyv