Dadweriya navneteweyî ya Îranê li pêşbirkên jujutsuyê yên cîhanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i329833-dadweriya_navneteweyî_ya_Îranê_li_pêşbirkên_jujutsuyê_yên_cîhanê
Dadwerê navneteweyî yê Îranê dê şampiyoniya Jujutsuyê (cucutsuyê) ya Cîhanê dadwerî bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 05, 2021 07:14 Asia/Tehran
  • Dadweriya navneteweyî ya Îranê li pêşbirkên jujutsuyê yên cîhanê

Dadwerê navneteweyî yê Îranê dê şampiyoniya Jujutsuyê (cucutsuyê) ya Cîhanê dadwerî bike.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Radio û Televîziyona Îranê, Pêşbirkên şampiyoniya cîhanî ya jujutsuyê bi beşdariya 60 welatan li sê kategoriyên temenî yên nûciwan, ciwan û mezinan û bi sê şêweyan ji roja çarşemiyê 3`ê Mijdara 2021`an va dest pê kir û dê 9 rojan li Îmaratê dewam bike.

Tîma netewî ya jûjitsu ya Îranê di van pêşbirkan de amade nabe, ji ber ku konseya derve ya Wezareta Werziş û Ciwanan a Îranê destûr nedaye û tenê “Emîr Xoşbîn” serek rahênerê tîma neteweyî ya jujutsu ya Îranê û dadwerê navneteweyî dê li van pêşbirkan dadweriyê bike. 

Koka werzîşa jujutsuyê li Japonyayê ye, di vê dema ku merivek bêçek tê fêr kirin ku çawa li hemberê êrişa merivekî çekdarek parastine xwe bike û pê re şer bike.