Cotmeh 28, 2021 22:56 Asia/Tehran
  • Du futbolîstên Îranî ji bo baştirîn lîstikvanên cîhanê hatin berbijêrkirin

Du futbolîstên endamên tîma neteweyî ya futbola Îranê ji bo baştirîn lîstikvanê salê ya 2021ê hatin berbijarkirin.

Li gor nûçeya Ajansa Radyo û Televîzyona Îranê; Federasyona Cîhanî ya Dîrok û Amarên Futbolê namzedên baştirîn lîstikvanên cîhanê îlan kir ku di nav wan de navên du lîstokvanên îranî dikeve ber çavan. Ji tîma “Porto”yê Mehdî Taremî û ji tîma Zenîtê jî “Serdar Azmûn” ji bo vê hedef hatine berbijarkirin.

Akram Efîf ji Qeterê, "Elî Mabkhout" ê Îmaratî û Sun Hyung Min Koreyî jî lîstikvanên din ên Asyayê ne ku ji bo vê hedefê berbijar in.

Par jî Lewandowskî stêrka polonyayî ya Bayern Munîchê(Munîxê) bû şampiyon.

Serepeyv