Cotmeh 08, 2021 00:57 Asia/Tehran
  • Bijartiyên Kûpaya Cîhanê ya 2022 Qatarê; Îran bê hempa dimîne; Pêşengiya xurt bi serketina li hemberî Îmaratê

Pêşbirka navbera tîmên neteweyî yên fûtbola Îranê û Îmaratê di çarçoveya sêyemîn pêşbirka qonaxa dawîn a hilbijartinê ya Kûpaya Cîhanî ya 2022 li Qeterê bi serketina tîma fûtbola Îranê bi dawî hat.

Li gorî rapora IRNA`yê, Tîma neteweyî ya fûtbolê ya Îranê îşev (pêncşem) saet 20:15 li sêyemîn pêşbirka dawîn a bijartina pêşbirkên Kûpaya Cîhanî ya 2022 li Qeterê li Stadyuma Zabîl Dubayê mêvanê Îmaratê bû û li dawiyê, tîma Îranê karî bi golekê li hemberî mazûvanê xwe serkeve.

Bi vê encamê Îran derket serê tabloya Koma Ayê.

Di maçeke din a îro de di Koma A de, tîma futbolê ya Koreya Başûr 2-1 Sûriyê têk bir.

Tîmên neteweyî yên fûtbolê yên Iraq û Lubnanê jî çend saetan berê li hember hev lîstin, û di dawiyê de, ew bi beramberiyek bê gol razî bûn.

Vê demêa, tîma neteweyî ya fûtbolê ya Îranê bi 9 pûanên pêbawer di serê tabloya komê de ye. Tîma Koreya Başûr jî bi 7 pûanan di rêza duyemîn de ye. Tîmên Îmarat, Lubnan û Iraqê bi du pûanan di rêzên sêyemîn, çaremîn û pêncan cih girtin. Tîma Sûriyê jî bi yek pûanê di binê tabloyê de ye.

Di hefteya çaremîn a vê tûrnûvayê de, divê tîma neteweyî ya fûtbolê ya Îranê roja sêşemiya bê saet 17: 00ê êvarê li Stada Azadî ya Têhranê mêvandariya Koreya Başûr bike.

Serepeyv