Cotmeh 02, 2021 23:12 Asia/Tehran
  • Hesen Yazdanî derbasî qonaxa fînalê ya Şampiyoniya Guleşta Azad a Cîhanî bû

Nûnerê tîma guleşta azad ê 86 Kg yê Îranê bi serketina li hember hevrikê xwe yê Rûs gihîşt fînala pêşbaziyên cîhanê.

Li gorî rapora IRNA`yê, Hesen Yezdanî, nûnerê guleşta azad a 86 Kg a Îranê, îro şemiyê bi serketina li hember hevrikê xwe yê Rûs, Arthur Nayfanov, gihîşt fînala pêşbirkên cîhanî û ji bo serketina li pêşbirkê û standina medala zêr dê bi David Taylor ji Amerîkayê re rûbirû bimîne. 

Yezdanî sibê, yekşem, dê di fînala 86 kg de bi David Taylor yê Amerîkî re rû bi rû bimîne ku ev çaremîn têkoşana hestyar e di navbera her duguleştgirên azad de ku Taylor di sê pêşbaziyên xwe yên berê de li hemberî Yazdanî serketibû.

Emîr Husên Zarie, nûnerê 125 Kg yê guleşta azad a Îranê jî dê di nîvefînala vê giraniyê de bi Taha Akgel, guleştgir xwediyê medala zêr ê cîhanî û Olîmpiyadê ji Tirkiyê têbikoşe.

Rehman Emûzad Xelîlî û Yûnes Îmamî, nûnerên Îranê di weznên 61 û 74 kg de jî ji dewam pêşbirkê hatin der.

Pêşbaziyên Şampiyoniya Guleşta Azad a Cîhanî ya 2021 -ê ji îro 2-ê Cotmehê li Osloya Norwêcê despê bûye û heya 10-ê vê mehê berdewam dike.

Serepeyv