Îlon 18, 2021 22:28 Asia/Tehran
  • Tîma Voleybola Îranê li hember Çînê bi ser ket

21'emîn dewra Şampiyoniya Voleybola Asyayê ya 2021ê îro li Japonyayê dewam kir û tîma Îranê cara şeşemîn gihîşt fînalê.

Li gorî bingeha taybet a tûrnûvayê, tîma neteweyî ya voleybola Îranê li nîvfînala pêşbirkên Asyayê li Japonyayê 3-1 tîma Çînê têk bir û gihîşt hem fînala tûrnûvayê û hem jî kotaya(para) beşdarbûna şampiyoniya cîhanê bi dest xist.

Îro, tîmên Japonya û Taywanê dê di maçeke din a nîvfînalê de bên hemberî hev ku di fînalê de rikeberê Îranê diyar bikin.

Şampiyoniya Voleybolê ya Asyayê ji 12 heta 18ê Îlonê bi beşdariya 16 tîman û mazûvaniya Japonyayê ve tê lidarxistin. Du tîmên pêşeng ên vê tûrnûvayê dê para (kotayê) Kûpaya Cîhanê ya 2022 -an bi dest xin.

Di 20 pêşbirkên Asyayî yên dawîn de,Îranê sê mêdalên zêr, du zîv û yek tûnc bi dest xistin û piştî Japonya, Koreya Başûr û Çînê çaremîn tîma serbilind a parzemîna kevnar e.

Serepeyv