Îlon 12, 2021 08:54 Asia/Tehran
  • Li Stenbolê pêşangeha pirtûkan hat vekirin

Ji ber metirsiya virûsa Koronayê gelek weşanxane bi awayekî online beşdarî pêşangehê bûn.

Li gorî nûçeya Kurdistan24ê, Li Stenbolê piştî demeke dirêj di proseya pandemiyê de pêşangeha pirtûkan dest pê kir. Weşanxaneyên Kurdî jî tê da ji gelek welatên cuda hejmareke zêde weşanxane di pêşangehê de cîh digirin. Pêşangeh bi gotûbêj û bernameyên Kurdî û çend ji zimanên cuda heta hefteyekê dê berdewam bike.

Pêşangehên pirtûkan ku salane li Stenbolê di asta navdewletî de bi rêk û pêk dihat sazkirin di proseya pandemiyê de piştî demeke dirêj li avahiya mala edebiyatê ya vî bajarî hat vekirin.

Weşanxaneyên Kurdî jî tê da ji welatên ji hev cuda gelek weşanxane bi berhemên xwe yên kultirî û edebî di pêşangehê de cîh digirin.

Weşanger Şerîf Yaşar got: “Ji zû da ye ji ber Koronayê xwîner ji pêşangehan dûr ketibûn. Niha em vegeriyan. Me jî bêriya xwîneran kiribû. Niha jî xwînerên Kurd tên pêşangehê û bala xwe didin ser berhemên Kurdî û em pê kêfxweş in.”

Ji ber metirsiya virûsa Koronayê gelek weşanxane bi awayekî online beşdarî pêşangehê bûn.

xwîner Eda Sezgîn got: “Ji bo me, pêşangehên wiha girîng in. Çimkî em xwîner li vir li gel nivîskar û weşangeran li ser edebiyata gelek welatan dikarin suhbet bikin û em bi hêsanî xwe digihînin her cure pirtûkan.”

Pêşangeha pirtûkan heta 18ê Îlonê bi gotûbêjên edebî dê berdewam bike. Roja dawî ya pêşangehê dengbêjên Kurd wê bernameyekê saz bikin.

Serepeyv