Taxa Şêxmeqsûda Helebê; Pêşangeheke nîgarên zarokan hat vekirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i328751-taxa_Şêxmeqsûda_helebê_pêşangeheke_nîgarên_zarokan_hat_vekirin
Platforma Çandê ya Helebê li taxê Şêxmeqsud pêşangehek ji nîgarên zarokan re vekir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 09, 2021 05:00 Asia/Tehran
  • Taxa Şêxmeqsûda Helebê; Pêşangeheke nîgarên zarokan hat vekirin

Platforma Çandê ya Helebê li taxê Şêxmeqsud pêşangehek ji nîgarên zarokan re vekir.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Pêşangeh li holê civînan a girêdayî Meclisa Sûriye Demokratîk hate vekirin. Her wiha nûnerên Kongreya Star, meclisa giştî ya taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê, Tevgera Ciwanên Şereşger ên Sûriye, dayik û malbatên zarokan tev li pêşangehê bûn.

Di pêşangehê de derdora 32 nîgarên ku 24 zarokan çêkirine, hatin pêşandan.

Yek ji Rêveberên Platforma Çandî ya Helebê Ehmed Bîrhat axivî û beşdarbûna tevahî zarokan di pêşangehê de pîroz kir.

Di dawiya pêşangehê de xelat ji aliyê rêveberiyên platformê li ser zarokên ku beşdarî pêşangehê bûn, hat belavkirin.