TFF: Yên derzî li xwe nedabin dê nikaribin bikevin stadyûmê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i328193-tff_yên_derzî_li_xwe_nedabin_dê_nikaribin_bikevin_stadyûmê
Berî ku lîg dest pê bike Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) di çarçoveyê Covid-19'ê de biryarên nû girtin. TFF'ê ragihand, "Yên ku derzî li xwe nedabin dê nikaribin bikevin stadan."
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 11, 2021 05:01 Asia/Tehran
  •  TFF: Yên derzî li xwe nedabin dê nikaribin bikevin stadyûmê

Berî ku lîg dest pê bike Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) di çarçoveyê Covid-19'ê de biryarên nû girtin. TFF'ê ragihand, "Yên ku derzî li xwe nedabin dê nikaribin bikevin stadan."

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Li Tirkiyeyê serdema fûtbolê ya 2021-2022'yan dê roja 13'ê Tebaxê bi pêşbirka Beşîktaş û Rîzesporê dest pê bike. Berî pêşbirk dest pê bikin TFF'ê hin biryar girtin.

Di çarçoveya Covid-19'ê de TFF'ê hin biryar girtin. Va ne ew biryar:

- Yên ku derzî li xwe dane piştî vê yekê bi 14 rojan dê bikaribe bikeve stadyûmê. Ger derzî li xwe nedabin dê nikaribin bikevin stadyûmê.

- Alîgirên tîma mêvan dê nekiribin bikevin stadyûmê.

- Ji bo beşa Protokol û Trîbuna Çapemeniyê jî heman şert derbas dibin.

- Di Lîga Super û Lîga 1'emîn a TTF'ê de bi Koda HES û entegrekirina E-Bilêtê dê şopandin çêbibe.

- Di Lîgên 2'yemîn û 3'yemîn de ketina stadê di bin berpirsiya klûbên malxwê de ye û bi koda HES dê kontrol bê çêkirin.