Tebax 09, 2021 12:32 Asia/Tehran
  • Eger û sedemên kêmbûna Xwebaweriyê çi ne?

Me di nivîsa pêşîn da xwebaweriya kêm da nasandin û hin nîşaneyên wê raber kirin. Di vê beşê da, em ê heger û sedemên kêmbûna xwebaweriyê hilêxînin.

Serpêhatiyên mirovan di serdema zarokatiyê da bandoreke mezin di pêvajoya pêkhatina Xwerbaweriya wan heye. Dayîk û bav, fêrkar, dost û hemî kesên ku têkiliya wan digel zarokan heye, dikarin bandorên nerênî an erênî di vî warî da hebin.

Wek mînak, Bêhêvîbûna zarok ji ber bidestnexistina çaverêtî û daxwazên wî an kesên derdora wî dikare yek ji hegerên kêmbûna xwebaweriyê be. Ji bilî vê yekê, bûyerên nexweş ên jiyanê weke nexweşî an mirina xizm û kesan dikarin kêşe û aloziyên zihnî zêde bikin û xwebaweriya mirovî kêm bikin.

Ji bilî rewşa jiyanê û hokarên hawîrdorê, jenetîk jî hokareke girîng di tayînkirina asta xwebaweriya mirovan e. Hin kes jixwe xwedan kesayetiyeke bi hizrên nerênî ne ku ev yek bi xwe ji heger û nîşaneyên xwebaweriya kêm e.

Tecrîd û xwedûrkirina zêde ji mirovan jî di şêwaza fikirîna mirovan derbarê xwe bibandor e û têkiliyeke rasterast digel Kêmbûna Xwebaweriyê heye.

Helbet divê ev yek were berçavgirtin ku di hin babetan da, hegerên kêmbûna xwebaweriyê bi rihetî nayên famkirin. Lê bi her awayî, tiştê ku girîng e, zêdekirina xwebaweriyê di her temenekî da, di jinan û mêran da pêkan e.

 

 

Serepeyv