Tebax 09, 2021 11:49 Asia/Tehran
  •  Lionel Messi bi çavên şil xatir ji Barselonayê xwest

Lionel Messi bi çavên şil xatir ji Barselonayê xwest.

Li gorî nûçeya malpera Diyaname'yê, Lîstikvanê Barselonayê Lionel Messi piştî 17 salan ji vê klûbê veqetiya. Di civîna xatirxwestinê de Messi nekarî pêşî hêstirên çavên xwe bigire. Kesên li salonê jî bi deqîqeyan bo wî li çepikan dan. Messi xemgîniya xwe ya bo veqetînê anî ziman.

Li aliyê din rojnameyên fransî nivîsandin ku Messi sibê dê here Fransayê û ligel PSG'ê (Paris Saint-Germain F.C) peymanê îmze bike. Li ser vê yekê Messi diyar kir ku hevdîtineke wisa heye lê hê îmze neavêtiye û hê tiştek teqez nîn e.

 

Serepeyv