Tebax 07, 2021 12:59 Asia/Tehran
  • Xwebaweriya kêm çawa pêk tê û nîşaneyên wê çi ne?

Xwebaweriya kêm dikare aliyên cûrbicûr ên jiyana her kesekî bixe bin bandorê û tendurustiya û saxlemiya derûnî û leşî ya mirovan bixe ber metirsiyê. Ji ber vê yekê naskirina vê mijarê ku Xwebawerî çi ye û çawa divê me xwebawerî hebe, jibo rûbirûbûna digel pirsgirêkên jiyanê xwedan girîngiyeke zêde ye.

Xwebaweriya kêm dikare aliyên cûrbicûr ên jiyana her kesekî bixe bin bandorê û tendurustiya û saxlemiya derûnî û leşî ya mirovan bixe ber metirsiyê. Ji ber vê yekê naskirina vê mijarê ku Xwebawerî çi ye û çawa divê me xwebawerî hebe, jibo rûbirûbûna digel pirsgirêkên jiyanê xwedan girîngiyeke zêde ye.

 

Xwebaweriya kêm çi ye?

Bi danasîneke giştalî, xwebawerî têgihîştina giştî ya kesekî derbarê xwe û şiyanên xwe ye ku dikare bandoreke zêde li ser jiyana wî bike. Xwebaweriya zêde alîkarî dike da ku mirov bi nêrîneke erênî li xwe binêre û di encamê da jiyana rihetir derbas bike.

Ji aliyê din va xwebaweriya kêm dibe sebeb ku nêrîna mirovî li jiyanê nerênî be û hertim xwe bide ber lomeyan.

Xwebaweriya kêm pirrî caran hevrê digel hestên weke nebûna hêjatî û liyaqetê, bênirxbûn û şermê ye. Kesê xwenebawer di vê haleta rûhî da gelekî zêde li hemberî babetên cûrbicûr hestyar e û kesayetiyeke lawaz heye ku renge bi rihetî di rûbirûbûna digel hokarên hawîrdorê tûşî ziyanê bibe.

Nepejirandin hertim gefeke cidî li hemberî van kesan tê hesab. Di halekî da ku di pirrraniya deman da hest û hisên wiha pêkhatî ji zihniyeta mirovî bi xwe ne û tu yek ji wan rast nînin.

Her kesek hertim çavdêriyê li ser liv û tevger, fikr û hestên xwe dike ku ne tenê wan di derûniya xwe ya hişyar (Zemîra Xwe-agah) da tomar dike, belkî wan dide ber dadweriyê jî. Ji ber vê yekê, rexnekirê herî ciddî yê her kesekî dikare ew bi xwe be û bi qewimîna şaşitiyên herî biçûk, rexneyên gelekî tund nîşan bide. Dengê rexnekirê hundirîn ê kesên ku xwebaweriya wan kêm e, sêwirîneke şaş ji liv û tevgerên wan dide wan. Ev sêwirîna nerênî û şaş encamine nebaş bi xwe ra tîne û jiyana asayî dijwar dike.

 

Nîşaneyên xwebaweriya kêm

Nîşaneyên xwebaweriya kêm renge jibo her kesekî ciyawaz bin, lê koka wan hemiyan hevpar e. Xwedûrkirin ji mewqiyên nû, lomekirina kesên din jibo şaşitiyên pêkhatî, heznekirin ji pesndanê û zêdegavî di cebirandina şaşitî û xetayan ji wan babetan in ku di kesên bi xwebaweriya kêm da tên dîtin. Wek mînak; Ev kes li hemberî her cûre rexneyekê ji aliyê xwe an kesên din va gelekî hestyar in û renge li dijî wê bertekeke tund nîşan bidin. Di vî halî da, reftara dijminane wek cûreyeke rêbaza berevaniyê tê hesab da ku mirovî li hemberî zexta derûnî ya ji ber kêmbûna xwebaweriyê biparêze.

Xwebaweriya kêm her wiha pirrî caran bi fikr û ramanên nerênî û kêmbûna vînê ye, bi awayekî ku her cûre meyl û daxwazek jibo çalakiyên sûdmend ên jiyanê kêm dibe.

Testa Xwebaweriyê ku pêkhatî ji dîtin û vekolandina reftar û kiryarine taybet e, alîkariya derûnasan dike da ku nîşaneyên navbirî vekolînin.

 

Piştî vekolandin û raçavkirina encamên testa Xwebaweriya kêm, ew dikarin rêkarên pêwîst jibo dermankirina xwebaweriya kêm raber bikin.

Em ê di beşa din da li ser hegerên xwebaweriya kêm û rê û rêkarên zêdekirina xwebaweriyê şiroveyên zêdetir raber bikin.

Werger û amadekirin:

*Berat Qewîendam

 

Serepeyv