Tebax 05, 2021 13:03 Asia/Tehran
  • Em çawa erênî û pozîtîv bifikirin; 18 rêbaz

Fikirîn û ramîna erênî alîkariya mirovî jibo bidestxistina armancên jiyanê dike û dibe sebeba zêdebûna coş û meyl, kêfxweşî û enêrjiyê.

Jibo ku em bikarin erênî bifikirin û bikarin şiyana xwe ya fikirîna erênî li jiyan û pêşerojê xurtir bikin, pêwîst e ku em van xalan berçav bigirin:

Pêwîst e ku em:

1 - Cîgehên sûdmend û kêfxweşker di zihnê xwe da bisêwirînin.

2 - Dema axaftinê peyvên erênî û pozîtîv bi kar bînin.

3 - Hertim hewil bidin ku fikr û ramanên nerênî û şaş ji xwe dûr bikin.

4 - Li aliyên erênî û avaker ên jiyana xwe binêrin.

5 - Bi xwediyên ramanên erênî ra rabin, rûnin, bidin û bistînin.

6 - Ji fîlm û çîrokên hêvîder û îlhambexş sûd werbigirin.

7 - Tiştekî di zihnê xwe da bisêwirînin ku hez dikin biqewime.

8 - Bihêvosin ku ramanên xwe bixin bin kontrol û sexbêriya xwe.

9 - Karinan di zihnê xwe da dubare bikin ku vîn û moralê xurt dikin.

10 - Xwe hînî lêhûrbûn û miraqebeyê bikin û rêbazên wê temrîn bikin.

11 - Pisportiya şabûn û jiyana bi şahî û kêfxweşiyê fêr bibin.

12 - Bila haya me jê hebe ku heta rakirina pêngavekê ber bi fikirîna erênî van reftarên nû û şahiyêner di jiyana me da diafirîne.

13 - Werzîşkirin û livdariyê ji bîr nekin.

14 - Girîngî û pûteyê bidin kenîn û xoşhaliyê.

15 - Dewsa lawaziyan, şiyan û karînên xwe bibînin.

16 - Li şûna nedarî û kêmasiyan, heyîtiyên xwe bibînin.

17 - Tevî nêrîna rastbînane li jiyanê, hizr û ramanên nerênî ji xwe dûr bikin.

18 - Bawera ku "Ez nikarim" ji bîr bikin.

 

Werger û amadekirin:

*Berat Qewîendam

 

 

Serepeyv